TIŞTÊ KU PÊWÎST
E DERBARÊ KORONAYÊ BIZANÎ

Her kes dikare bi reftar û tevgera xwe pişk û rolekê jibo parastina xwe, kesên salmezin û kesên tûşbûyî bi nexweşiyên dil li hemberî nexweşiya Koronayê bigire ustiyê xwe. Di warê siyassî da, hin kiryar jibo pêşîlêgirtin li belavbûna Vîrûsê da, pêşîlêgirtin ji zexta zêde li ser pergala tendurustiyê û dermankirinê û pêşîlêgirtin li dûhatên aborî yên pandemiya cîhanî hatine berxwegirtin. Dewleta federal di rewşa niha ya Vîrûsa Koronayê da bi riya kanalên cûrbecûr û bi zimanên cûrbecûr hayDerîyê belav dike. Lêzanînên herî girîng li vir hatine komkirin.
 

Tendurustî û babetên tevgeriyanê

Babetên jêrê hema wisa tên sepandin: Têkliya digel mirovan heta radeya pêkan kêm bike û têkiliya xwe bi komeke neguhêr a mirovan sînordar bike. Hevdîtinên taybet û xusûsî tenê 1 kesê din ra ku ser bi malbata te nîne rêpêdayî ye (zarokên heta temenê 14 salî ji van malbatan nayên hesab). Heke rewşa pandemiyê li cihekî rê bide, parêzgehên federal dikarin rêziknameyên ciyawaz bidin.

Her wiha girîng e: Navbira herîkêm a 1.5 metroyî digel kesên din biparêze, destên xwe berdewam bişû, maskeyê dayne û bi awayê rêkûpêk hewa biguherîne. Pêwîstiya bikaranîna maskeyên bijîşkiyê, wek mînak maskeyên nîştergeriyê an maskeyên parastina bêhnkişandinê li gorî standarda FFP2 an wekî wan, di wesayîtên veguhestina gelemperî an firoşgehan tê sepandin. 

Testên rêkûpêk ên Koronayê: Testên bilez pêngaveka girîng jibo pêkanîna rewşa normal û hebûna têkiliyên ewleh e. Ji Nîsana 2021ê va gişt kesên li Almanyayê herîkêm carekê di hefteyê da dikarin testeke bilez a bêpere bidin. Hemî kompanî erkdar in ku derbarê kedkarên xwe ku tenê li malê naxebitin,, hefteyekê du caran pêşniyara testê raber bikin.


Tu dikarî babetên derbarê tendurustiyê û tevgriyanê bi zimanên cûrbecûr li ba Wezareta Tendursutiyê ya Federal bibînî.

Tu jî wekî bi miliyonan kesên din li Almanyayê App'a hişyariya Koronayê ya dewleta federal bi kar bîne. Her çiqas zêdetir hevkariyê bikî, app bi awayekî bibandortir dikare me biparêze.

10 têbîniyên girîng ên tendurustiyê
(Çavkanî: Navenda federal a Ragihandina Tendurustiyê)

Vaksîna parastina dijî Koronayê

Bi vaksînekriina Koronayê dikarî xwe, malbatê û kesên lawaz biparêzî. Rêziknameya Vaksînekirinê diyar dike ku çi kes û kengê divê were vaksînekirin:

  • di destpêkê da wek mînak kesên zêdetir ji 80 salî û kedkarên malên salmezinan û enistîtûyên ragirtina astengdarên zihnî, kedkarên navendên dermanî ku zêdetir li ber xetera tûşbûnê ne
  • piştra wek mînak kesên 70-80 salî, kesên tûşbûyî bi Trisomie 21, Lawaziya aqil, nexweşên pêwendkirîm kesên ku li sitargehên hevpar hatine bicihkirin, personel an kesên di têkiliyê da li Baxçeyên zarokan, dibistanên seretayî an dibistanên taybet da
  • di dewamê da wek mînak, kesên 60-70 salî, kesên bi potensiyêl jibo nexweşiyê, hêzên Polîs û vemirandina êgir, kedkarên xwendingehên navîn û dikanên biçûk

Hemî kesên ku cihê jiyan an mayîna wan a normal li Almanyayê be an li hin navendên lêmiqatebûnê li Almanyayê dixebitin, lê li vir najîn, mafê xwe yê vaksînebûnê hene.

Vaksînekirin dilxwazî ye û bi awayê belaş li navendên vaksînekirinê an ofîsa bijîşkan pêk tê. Bi riya hêla telefona taybet a 116 117 dikarî agahiyan werbigirî ku kengê û li ku dikarî werî vaksînekirin. 

Vaksîn ji hêla asta tehemil, ewlehî û bandorkirinê va tam hatiye ceribandin. Ev babet hema wisa piştî vaksînekirinê tên sepandin: Parastina navbirê û pêwîstiya danîna maskê!
 

Lêzanîn derbarê vaksînê 
(Çavkanî: Enistîtûya Robert Koch)

Jiyana rojane û jiyana gelemperî

Parêzgehên feedral hin rêzikname jibo sînordarkirina têkiliyê di jiyana rojane û jiyana gelemperî da dane. Bi awayê kemilandî ji roja 24. Nîsana 2021ê va qanûn jibo kêmkirina pandemiya Koronayê li seranserî Almanyayê tên sepandin:

Heke di sê rojên li pey hev li navçeyeka parêzgehê an bajarekî serbixwe ji navçeyê, hejmara tûşbûyiyên nû di 7 rojên borî da zêde ji 1000 babet di 100000 kesî da bin (qewimîna zêde ji 100), qanûnên dijwar xwebixwe dê li wir bên sepandin:

  • Hevdîtina taybet: 1 mal (househult) dikare herîpirr bi 1 kesê din li hundir an derve hevdêtinê pêk bîne (zarokên heta 14 salî nayên hesab).
  • Sînordariya derketinê: Ji saet 22 heta 5 ji malê dernekve. Babetên istîsna: Peyaçûna an pêkanîna werzişê bitenê heta saet 24 an ji ber hegereka girîng (Kar, babetên awarte yên bijîşkî).
  • Firoşgehên xwarekê û hewcetiyên lezgîn û rojane hema wisa vekirî ne (dermanxane, firotina Berçavkan, Drag Stor, Post, Bank, Pirtûkfiroşî, bazarên baxevaniyê). Çûyîna bo firoşgehên din tenê bi biryara hevdîtinê ji pê va û encama testa nerênî pêkan e û di babetên qewimîna zêde ji 150 divê bên girêdan.
  • Dibistan û Baxçeyên zarokan: Fêrkarû xwendevan divê di polên amadeyî da hefteyê 2 caran testê bidin. Di mewqiya qewimîna zêde ji 165 babetan da, dê pola amadeyî tunebe (Istîsnayên pêkan: Polên Dawiyê) û lêmiqatenebûna di Baxçeyên Zarokan da.
  • Xemilgeh vekirî ne, lê encama nerênî ya testê pêwîst e.
  • Xwaringeh girêdayî ne, lê xizmetên wergirtin û radestkirinê pêkan e.
  • Enistîtûyên çandî û demên betlaniyê girêdayî ne (wek mînak Sînema, Şano, Mûzexane).
  • Rêûrismên ibadetê li Kilîse, Kenîse an Mizgeftan rêpêdayî ye, lê di şert û mercên taybet da: Navbira herîkêm a 1.5 metroyî, pêwîstiya danîna maska bijîşkiyê, bêyî xwendin û bilêvkirina sirûdê.

Ev kiryar heta dema ku asta qewimînê bigihêje kêmtir ji 100 babetan di pênc rojên karî yên berdewam, dê werin sepandin. Teqez bala xwe bide ser van babetan: Di babetên qewimîna bin 100 babetî da, qanûn û sînordariyên parêzgeha Federal ku tu tê da dijî, dê werin sepandin.
 

Kar û Dirav

Her wiha di heyama Pandemiya Koronayê da parastina ji dersînorkirina xwe heye. Heke xwediyê karê te destûra karê demkurt daye, dikarî heta 24 mehan pereyê karê demkurt werbigirî. Ev yek dikare heta sedî 87 ji meaş û destmizda te ya jidestçûyî bigire ber xwe. Wezareta kar û babetên civakî ya Federal û derbarê pirsên têkildarî mafên kar bi zimanên cûrbecûr radigihîne.

Xwediyê kar divê vê derfetê bide kedkarên xwe da ku li malê bixebitin, heke sedem û hegerên neçar yên diyarkirî ji aliyê Kompaniyê va li dijî wê yekê tunebin. Kedkar divê vê pêşniyarê bipejirînin, heke sedemû hegerên li dijî wê yekê tunebin.

Piştgirî bo kompaniyan bêyî berçavgirtina qas û mezinahiya wan tê raberkirin. Deyn, alîkariya msrefê an daşikandinên sermalê hene. Hemî lêzanênên di vî warî da li Wezareta Aborî û Enêrjiyê ya Federaldikarin bên wergirtin. 

Xwendekarên ku di rewşa xerab a aborî da ne, dikarin li cem Yekîtiya Xwendekaran jibo wergirtina alîkariya mesrefê daxwazê raber bikin. Ev alîklarî bi qasî 500 Euro di salê da ye. Her wiha ev kirediya xwendekaran a KFW jibo xwendekarên derveyî heye.
 

Ketin û derketina welêt

Qanûna giştî: Dev ji gerrên nepêwîst divê were berdan. Hin welat heta li nav Yekîtiya Ewropayê, dikarin hema wisa hatina nav welêt sînordar bikin an qerentîneyê di dema hatinê da bisepînin. Ji kerema xwe beriya sefer û gerra xwe derbarê sînordariyên niha yên hatina nav welêtû kontrolên sînorî li ba Wezareta karên derve bi riya malpera Bundesministerium des Innern agahiyan bi dest bixe

Hemî kesên ku ji navçeyeka xeterê va derbasî nav Almanyayê dibin, divê beriya derbasbûna nav welêt Rapora Hatinê ya Dîjîtal tijî bikin. Ji bilî vê yekê, ewna divê 48 saetan beriya hatinê an derdem piştî hatinê testekê bidin, derdem werin qerentînekirin (10 rojan; Heke test nerênî derket, ji roja Pêncem va îmkana bidawîanîna qerentînyê heye), destûra wergirtina seredaner tunene û divê hatina xwe ragihînin Rêveberiya Tenddurustiya xwecihî! Binpêkirina qerentîneyê renge bibe sebeba sepandina cezaya pere. Jibo haydariya ji vê yekê ku piştî derbasbûna nav welêt dikarî li ku testa Koronayê bidî, dikarî bi hejmara telefona 116 117 ra bikevî têkiliyê. 

Dema derbasbûna ji navçeyên pirrxeter, beriya hatinê divê test pêk were û belgeyên wê bên tijîkirin. Navçeyên pirrxeter pêkhatî ji navçeyên bi asta tûşbûna zêde (navçeyên belavbûna zêde ya Koronayê) û wan navçeyan e ku cûreyeka taybet a Vîrûsê (navçeyên bi cûreyên Vîrûsê) di wan da belav bûye. Nû ji roja 30ê Adara 2021ê: Jibo gişt gerrên asimanî, divê beriya hatinê test pêk were.

Parastin li dijî şiddet û tundiyê

Rewşeka awarte jibo tevahiya malbatê – Hin pêşniyar jibo pêşîlêgirtin ji şidet û tundiyê li malbatê bi riya sînordarkirinê têkiliyê di serdema Koronayê da Kurdî (Çavkanî: Nûnera dewleta federal di warê Koçberî, Penaber û Entegrasiyonê û Navenda Bijîşkî-Etnîkî (Civata Tomarbûyî)
 

Telefona alîkariyê ya bêpere (08000 116 016), Şêwirîn bi rêya 'chat' û Email'ê di babetên tundiya navmalî da  Kurdî
(Çavkanî: Rêveberiya Federal di warê malbatê û erkên civata şaristanî)